• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka:Bi hevkariya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê operasyona Mûsilê destpê kir

Gulan Media March 23, 2017 Nûçe
Amerîka:Bi hevkariya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê operasyona Mûsilê destpê kir
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex W. Tillerson ragehand ku, ew kêfxweşe ku, nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê di civîna welatên hevpeyman li dijî DAIŞê beşdare.

Îro, Çarşemê 22.03.2017e Civîna 68 welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washington paytexta bi rêve çû, Herêma Kurdistanê jî bi nûneratiya Fûad Hisên beşdarî di civînê de dike.

Di destpêkê wê civînê de, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex W. Tillerson gotarek pêşkêş kir, tê de ragihand ku, Amerîka ji sedî 75 piştevaniya şerê DAIŞê li Iraq li xwe girtiye.

Herwiha wezîrê Wezîrê Derve yê Amerîka di gotara xwe de tekez kirk u, ew kêfxweşe ku, nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê di civîna welatên hevpeyman li dijî DAIŞê beşdare, da zanîn ku, eger hevkarî di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî de nebûye, operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê nedikir.

Civîna welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de, bo danîna rê û stratejiyeke nû bo bidawîanîna DAIŞê ye.

Basnews
Top