Wezareta Tendirûstî derbarê birîna derman Bexda agehdar dike
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezreta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis QAdir ji BasNewsê re ragehand ku, her çende Wezaretî Tendirûstî ya Iraqê biryara birîna beşa Herêma Kurdistanê ji derman dabû, lê heta niha derman ji aliyê Bexda tê.
Herwiha Berdevkê Wezareta Tendirûstî da zanîn ku, Eger Bexda li birîna beşê Herêma Kurdistanê ji derman pêdagîr be ew jî neçarin ku, beşê nexweşxaneyên penaberan ji derman bibirin.
Aşkere kir ku, yê wan weke wezaret bûdce tenê ji bo beşê kirîna derman ji nexweşxaneyan û bingehê tendirûstî re heye.Herwiha hêvîkir ku, Bexda li ser şandina beşê Herêma Kurdistanê ji derman bo Welatiyên Kurdistanê û penaberan berdewam be daku, penaber jî rastî kirîza kêmbûna derman nebin.
Basnews
