• Sunday, 22 February 2026
logo

“Di destûrê Iraqê de nehatiye, Kerkûk nikare ala xwe bilind bike”

Gulan Media March 22, 2017 Nûçe
“Di destûrê Iraqê de nehatiye, Kerkûk nikare ala xwe bilind bike”
Parêzgarê Kerkûkê ragihand, bi bilindkirina Ala Kurdistanê biryayetiya xelkê Kerkûkê bihêztir dibe.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerêm di konferaseke rojnamevanî de li ser biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî de ragihand, di destûrê Iraqê de nehatiye ku Kerkûk nikare ala xwe bilind bike û yek jî hikûmê Kerkûkê bike. bi bilindkirina Ala Kurdistanê biryayetiya xelkê Kerkûkê bihêztir dibe.

Kerîm got jî: “Ne ji mafê ti dewleteke derve ye destê xwe bixe nav karûbarên Kerkûkê, ew babeteke navxweyî ye. Ew daxwaz di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de dengdan li ser tê kirin. Mafê me ye û ala gelê xwe bilind dikin.”

Berî çend rojan Parêzgarê Kerkûkî bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, ku deng li ser bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî bidin, heta niha Encûmena Parêzgehê bow ê mebestê ne civîne.

Derbarê vegera xelkê gundê Qeretepe û vegera welatiyên wî gundî de, Parêzgarê Kerkûkê got: “De dema borî de hêza Pêşmerge ji ber rewşa ewlekariyê û parastina giyanê xelkê, xelk ji gund derxistibû, niha dem guncaw e da ku xelkê wî gundî vegerin malên xwe.”

Basnews
Top