Neteweyên Yekgirtî derbarê Ala Kurdistanê de helwesta xwe eşkere kir
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) roja Sêşemê (21-03-2017) bi daxuyaniyekê amaje bi bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser Kelha Kerkûkê kir û ragihand; “UNAMI derbarê biryara dawîn a Parêzgarê Kerkûkê ya bilindkirina Ala Herêma Kurdistana Iraqê de nîgeran e.”
UNAMI di daxuyaniya xwe de vê yekê weke “pêngaveke yekalî” binav dike û diyar dike; “Dibe hemû pêngavên yekalî ji aramî, aştî û pêkvejiyana pêkhateyên Kerkûkê re bibe metirsî.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, hikûmeta Iraqê di destûra xwe de ronkiriye, ku Kerkûk ser bi hikûmeta navendî ye, lewma ji bilî Ala Iraqê nabe ti alek din li bajêr bê bilindkirin.
Êvara roja 20ê Adarê, di ahenga Newrozê de, bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgehê, berpisên îdarî û yên partiyan, li ser Kelha Kerkûkê Ala Kurdistanê hate bilindkirin.
Ala ku li Ser Kelha Kerkûkê hatiye hildan 10 metre dirêj û 5 metre pehn e, herwiha 20 metre bilid e.
Lê pêkhateyên ereb û tirkmen ên li Kerk3ukê dijitiya vê pêngavê dikin.
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di 14ê Adarê de biryar dabû “Tevî zimanê erebî, zimanê kurdî jî êdî di nav nivîsên fermî de bên nivîsandin” û aşkera kiribû ku ev li gor Destûra Iraqê mafê rewa ye.
Herwiha di biyara nivîskî de hatibû destnîşankirin: “Saziyên ku li dijî biryarê tevbigerin, cezayên îdarî dê li ser wan bên sepandin.”
Weke din di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin, daxwaz kirine Ala Kurdistanê li tevahiya saziyên fermî were bilindkirin.
Piştî Newrozê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê dê di Civata Parêzgeha Kerkûkê de bê nirxandin û dengdan.
Rudaw
