Tirkîyê nerazîbûna xwe ji bo bilind kirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê nîşanda
Hisên Muftuoglu ragîhand; pirsa sînorên deverên pirsgirêk li ser hene, di distûra Îraqê da hatîye behs kirin, her tevgereka berjewendîya alîyekî bike wê zîyanê bighîne hewlên li hev nêzîkbûnê û seqamgîrîya Îraqê.
Muftuoglu li dor daxwaza parêzgarê Kerkûkê bo bilind kirina alayê Kurdistanê li kêleka ya Îraqê li ser dam û dezgehên hukmî li Kerkûkê ragîhand; Tirkîyê pêşwazîyê li wê daxwazîyê nake, nexşe rêya taybet bi deverên nakokî li ser jî, di distûra Îraqê da hatîye dîyar kirin.
War.tv
