• Sunday, 22 February 2026
logo

Cemal Murtke: Bo hilweşandina heşdî şeibî Amerîkayê fişar kiriye

Gulan Media March 20, 2017 Nûçe
Cemal Murtke: Bo hilweşandina heşdî şeibî Amerîkayê fişar kiriye
Fermandarek hêzên Pêşmerge amaje bi vê yekê dike ku pirsa hatina Amerîkayê bo Iraqê, bûye rojev û biryare li Sûriyê jî wê rolê bibîne û li Iraqê jî desthilata xwe berfireh bikin.

Fermandarê Pêşmerge yê eniya Guwêr Cemal Murtke ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîkayê fişar li ser Ebadî kiriye, ku heşdî şeibî bê hilweşandin, ji ber heşdî şeibî avabûna dervey Iraqê ye û pirseke mezhebî ye.’’

Herwaha got, sedemê hewldan bo ava kirina hêza kurdî û erebên sunne di nav heşdî şeibî de, bi wê armancê ye ku, bê gotin heşdî şeibî hêzeke mezhebî nîne û hêzeke Iraqê ye, lê Amerîka naxwaze heşdî şeibî li herêmên erebên sunne hebe, ji ber vê jî bendevarî hene ku ew hêz bê hilweşandin.’’

Cemal Murtke got: ‘’Derbarê pirsa azad kirina Mûsilê de jî, qonaxeke din dê bê pêş ku, rojavayê Mûsilê ji bo bê azadkirin fişar û çalakbûn dê bê kirin û bendevarî hene ku Amerîka fişar bike.’’

Basnews
Top