• Sunday, 22 February 2026
logo

ÎSRAÎL – Ahengên Newrozê bi fermî tên sazkirin

Gulan Media March 19, 2017 Nûçe
ÎSRAÎL – Ahengên Newrozê bi fermî tên sazkirin
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê kurdên cihû li Orşelîmê ahengeke fermî saz dikin. Herwiha biryare li bajar û navçeyên din ên Îsraîlê jî aheng bên lidarxistin.

Ev 5 sal in li Orşelîmê kudên cihû û îsraîlî ji bo Newrozê ahegna amade dikin û agir hildikin.

Peyamnêra Rûdawê Kanî Helebceyî ji Tal Avîvê ragihand, biryare îsal ahenga mezin li Orşelîmê bê sazkirin. Ji niha ve hunermend û beşdarên Newrozê amadekariyên xwe dikin.

Peyamnêra me da zanîn, ku aheng ji aliyê kurdên cihû vet ê sazkirin lê hejmareke zêde yê îsraîliyan, ermenî û rûs jî beşdar dibin.

Li Îsraîlê zêdetirî 300 hezar kurdên cihû dijîn. kurdên vî welatî bi du pêlan koçberê Îsraîlê bûne. Ev her du pêlên mezin jî di navbera salên 1948 û 1951ê çêbûye û piraniya kurdên cihû ji Başûrê Kurdistanê ne.

Rudaw
Top