• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîkayê Ala Kurdistanê ji ya Iraqê veqetand

Gulan Media March 19, 2017 Nûçe
Amerîkayê Ala Kurdistanê ji ya Iraqê veqetand
Li Amerîkayê, di afîşa çalakiya çand û muzîka navdewletî de tevî ala Iraqê, ala Kurdistanê jî li cihekî din hate danîn.

Peyamnêrê Rûdawê Rêbaz Elî ragihand, li Washingtonê Komîsyona Newrozê, bi boneya Newrozê çalakiya çand û muzîka navdewletî dê li dar bixe. Li ser vê yekê komîsyon afîşek amade kir.

Di vê afîşê de tiştê ku bala mirov dikşîne ew e ku tevî ala Iraqê, ala Kurdistanê li cihekî din li gel alayên welatên din hatiye danîn.

Herwiha di çalakiyê de Hejar Zehawî û Necad Ebdulla çand û muzîka Kurdistanê dê temsîl bikin.

Weke din di çalakiyê de ji bo danasînê 15 xulek didin her welatî.

Merasîm îşev li gor saeta Hewlêrê di saet 02:00an de dest pê dike heta saet 07:00an berdewam e.

Rudaw
Top