Feylesofê Fransî: Pêwîstî bi Kurdistana serbixwe heye
Fîlma derhênerê Fransî û dostê Kurd Bernard Henri Levy a bi navê “La Batille De Mossoul” (Şerê Mûsil) li sînemaya Hewlêrê hat nîşandan.
Bernard Henri Levy ji Rûdawê re wiha behsa naveroka fîlma xwe û armanca xwe kir: “Hedefa vê fîlmê ne têne balê bikişîne şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê ye, di heman demê de armanca vê fîlmê ew e ku peyamekê bide tevahiya cîhanê ku ji bo avakirina dewleta Kurdistanê alîkariyên xwe pêşkêş bikin.”
Yekêm nimayîşa filmê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê di 7ê Adarê de bi beşdariya Bernard Henri Levy, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend rayêdarên hikûmetê û dîplomatan pêk hat.
Bernard Henri Levy beriya niha jî fîlma dokumenterî ya bi navê “Pêşmerge” çêkiribû di wê filmê de jî dîmenê rast ê şerê li dijî DAIŞê hatibûn nîşandan.
Derhênerê fransî beriya nimayîşa fîlmê wiha got: “Ez dixwazim ji we re behsa ciyawaziyên fîlma Pêşmerge û fîlma Şerê Mûsilê bikim. Ez di vê fîlmê de daxwazekê gelek bihêztir tînim ziman. Ew daxwaza jî serxwebûna Kurdistanê ye.”
Di fîlma Levy de behsa rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê Mûsilê de tê kirin.
Levy ji Rûdawê re wiha got: “Hûn di şerê DAIŞê de li herî eniyên pêş in. Hûn li pêşiya hemû aliyên şerê DAIŞê dikinin û herwiha hûn baş dizanin hûn çima şerî dikin.”
Tîma fîlmê ji bo tomarkirina dîmenan ligel hêzên iraqî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bûne û lewma hemû dîmenên fîlmê rasterast ên şerî ne.
Feylesofê Fransî wiha domand: “Hûn dizanin şerê ji bo demokrasî, parastina nirxên mirovî, wekheviya jin û mêran û xweşbîniyê çi ye? Ev şerê hûn dikin ew e.”
Mihrîcana Flîman a Cannesê belgefîlma "Pêşmerge" xistibû bijarteya xwe ya taybet û Bernard Henri Levy jî beşdarî nimayîşa fîlma xwe bibû û vê carê jî li Herêma Kurdistanê beşdarî nimayîşa fîlma xwe bû û got: “Dewleta Kurdistanê dê bibe stêrka herî ronahî ya Rojhilata Navîn. Ez ji vê yekê hêvîdarim çimkî ne dûr e.”
Levy di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Aramî bi demokrasî û rêzgirtina nirxên mirovî pêk tê, jixwe ev herdu jî li cem we heye. Artêşekê fikir bikin ku herêma xiristiyanan rizgar dike û hewl dide ku xaça derê ya jê bibû dîsa dane li ser. Lewma ev gel dê li vê derê aramiyê pêk bîne.”
Derhênerê dostê Kurdan herwiha diyar kir ku Kurd tûşî komkujiyê hatine û mecbûrî mirine hatine kirin û wiha domand: “Sedsal e dijminên Kurdan dibêjin ev nefesa dawî ya Kurdan e û dê xilas bibin. Lê nefesa Kurdan xilas nebûye û hê jî têkoşîna xwe berdewam dikin.”
Bi gotina feylesofê bi eslê xwe cihû, mucîze ye ku Kurd heta niha li ser pêyan mane û lewma dewletbûn mafê wan e.
Di fîlma Şerê Mûsilê de behsa dewleta Kurdî jî hatiye kirin û derhêner derbarê dîmenên şerî û kuştinê de wiha got: “Ez his dikim ku dema dewletbûna Kurdistanê hatiye. We gelek li ber xwe da. Hûn nirxên xwe yên herî pîroz diparêzin. Êdî pêwîstiya cîhanî jî bi Kurdistaneke serbixwe heye. Heger em birastî aramiya Rojhilata Navîn bixwazin wê demê em hewcedarî Kurdistana serbixwe ne.”
Rudaw
