Parlamenterekî Iraqê: PKK zarokên êzîdî dixapîne û dibe Qendîl
Parlamenterê kurd û endamê parlamentoya Iraqê Dr. Macîd Şingalî ji BasNewsê re got, PKKê li devera Şingalê siyaseteka nû daye pêşiya xwe ew jî ew e ku zarokên êzîdî dixapîne û dibe Qendîlê.
Dr. Macîd Şingalî her wiha got, PKKê beşek ji wan zarokan derbasî Qendîlê kiriye û li wir li ser çekên giran perwerde kiriye.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku tirsa wê heye PKK wan zarokan li hember kurdan bide şerkirin ji ber ku PKKê serê wan tijî dijîtiya kurd û dijminahiya Herêma Kurdistanê kiriye.
basnews
