• Sunday, 22 February 2026
logo

Lavrov: Hindek welat naxwazin qeyrana Sûrîyê çareser bibe

Gulan Media March 19, 2017 Nûçe
Lavrov: Hindek welat naxwazin qeyrana Sûrîyê çareser bibe
Wezîrê derve yê Rûsyayê opozîsyona Sûrîyê rexne kir û got: hindek welat li dijî çareser kirina qeyrana Sûrîyê ne.

Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê di peywendîyeka telephone da di gel hevkîfê xwe yê Frensayê, Can Mark Îroltî da behsa qeyrana Sûrîyê kir û Lavrov got; beşdar nebûna şanda opozîsyona Sûrîyê di gera sêyê ya danustandinên astanayê da belgeye ku hindek welat naxwazin qeyrana Sûrîyê çareser bibe.

Ji alîyê xwe ve Îroltî piştevanîya welatê xwe bo danustandinên Cinêv pêncê yên 23 vê mehê ragîhand û hêvî xwest derdeserîya gelê Sûrîyê bi dawî bê.

War.tv
Top