Li Rojavayê Kurdistanê Newroz hat qedexekirin
Asayişa bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi ser Îro, roja Şemiyê 18.03.2017e li Rojavayê Kurdistana hejmarek biryar derbarê Cejna Newrozê derxistin.
Asayişê kombûnên şeva Newrozê qedexe kir û ragihand, nabe motorskilêt ji 19 mehê heta 23 mehê di nav bajaran de bigerin û lîstikên agir jî nabe werin teqandin.
Herwiha Asayişê aheng û vêxistina agirê Cejna Newrozê qedexe kir û da zanîn ku kesên agirê Newrozê vêxin jî dê were cezakirin.
Asayîşê daxwaz ji welatiyan kir ku panabendî biryarên wê yên qedexekirinê bin.
Di derbarê ahengên roja cejnê ku ji aliyê partiyên siyasî ve têne li dar xistin, asayişê ti agahî nedan.
Rudaw
