• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran, Sûrîyê û PKKê li Rimêlan kombûn

Gulan Media March 18, 2017 Nûçe
Îran, Sûrîyê û PKKê li Rimêlan kombûn
Berpirsên bilindên rejîma Sûrîyê û efserên supayê pasdarên Îranê, li nawçeya Rimêlan digel berpirsên bilind ên PKKê kombûne û astê hemahengîya emnî ya di navbera xwe da gotubêj kirine.

Azad Osman, endamê Yekîtîya Kurdên serbixwe li rojavayê Kurdistanê ragîhand; berîya du rojan, kombûnek ji bo gotubêj kirina dawî hemahengîya serbazî ya di navbera wan da û pêşhatên nû yên deverê, berpirsên bilindên rejîma Sûrîyê û efserên supayê pasdarên Îranê, li nawçeya Rimêlan ya rojava, digel berpirsên bilindên PKKê kombûne.

Da zanîn jî: kombûn temamkera kombûnên borî bû û têda behsa rizgar kirina Reqqe û radest kirina bajarê Minbic ji bo rejîma Sûrîyê û man û bihêz xistina PKKê li Şingal û derdora wê kirin.

War.tv
Top