Rojava - Ji tirsa PYDê direviyan Tirkiyê lê rastî êrişa hêzên Tirk hatin!
Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê, ku ofîsa wê li Almanya ye, di raporekê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, roja 16 vê mehê, dema komek kurdên xelkê gundê Îkîdame li devera Reco ya bajarê Efrînê ji tirsa zilm û fişara hêzên PYDê dixwastin birevin Tirkiyê, li ser sînor rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatin.
Li gorî raportê, di wê bûyerê de xortê bi navê Arif Birîmo birîndar bû lê ji ber ku asayişa PYDê ew di rê de gîro kirin, heta Arif birin nexweşxanê, di rê de can da.
Tê zanîn piştî ku hêzên rêjîma Sûriyê ji Kurdistana Rojava vekişiyan, PYDê ew der zeft kir û xist bin kontrola xwe. PYD niha nahêle ti partiyeke din li wir xebat bike.
Basnews
