Firokevanê tirkmen kîmyabarana Helebceyê qebûl nekiribû
Birayê Şehîd Aydin Mistefa, Elî Mistefa ji Rûdawê re ragihand; “Em şanaziyê bi wî dikin. Ji ber ku ew mirovakî nîştimanperwer bû. Wî gelek hez ji kurdan dikir. Ew tirkmen bû lê ti caran cudahî nedixiste navbera pêkhateyan. Em bi wî serbilind in, ku wî biryareke wiha giran qebûl nekir û di serde jî jiyana xwe feda kir.”
Niha tirba Aydin Bayram li Kerkûkê ye. Hevalên wî jî dibêjin, sêdaredana wî ji bo wan biryarekî giran bûye.
Hevalê wî Cewdet Elî jî dibêje; “Ew mirovdost bû. Li ber dilê hemû kesan jî xoşewîst bû. Wî hez dikir alîkariyê bide hemû kesan.”
Aydin Mistefa di sala 1949ê de li Kerkûkê jidayik bûye. Di salên 1970ê de tevlî hêzên hewayî yên Iraqê bûye. Wî fermana bombebarana Helebceyê û deveên din ên Başûrê Kurdistanê red kir û bicîh neanî. Lewma rejîma Saddam ew girtin û xistine nav zîndana takekesî.
Şehîd Aydin Mistefa di 29ê Tabaxa 1988ê jî hate sêdaredan.
Rudaw
