• Sunday, 22 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Em li ser daxwaza xwe ya derbarê nefta Kerkûkê de bi biryar in!

Gulan Media March 17, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Em li ser daxwaza xwe ya derbarê nefta Kerkûkê de bi biryar in!
Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm amaje bi vê yekê kir, ku li gel herêma Kurdistanê li ser nefta Kerkûkê rêkeftine û pêdaçûna li ser daxwaza xwe ya li ser nefta Kerkûkê jî teqez kir.

Îro 16.03.2017ê parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Kerkûk bajarekî di sînorê xala 140 a destûra Iraqê de ye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî, hikûmeta Iraqê jî dikarin ala xwe li ser saziyên fermî yên wî bajarî bilind bikin.’’ Herwaha got: ‘’Derbarê zimanê kurdî de jî, di destûra Iraqê de heye û zimanê kurdî ne tenê li Kerkûkê, li Besre û Necef û Kerbelayê divê li ser hemû tabelayan bi her du zimanan binîvsînin.’’

Di beşek din ê daxuyaniya xwe Necmedîn Kerîm behsa pirsgirêkên vê dawiyê û bikaranîna hêzên leşkerî yên YNKê bo daxwazên hizbî yên derbarê neftê de kir û got: ‘’Me li gel Bexdayê rêkeftin kiriye, ku çend xalek tê de ye, bi îmzaya wezîrê neftê û cîgirê wezîrê kareba ango elektrîk û 3 parêzgeran ve rêkeftin hatiye kirin û divê xalên wê rêkeftinê bên bicîhanîn.’’ Herwaha teqez kir: ‘’Li gel herêma Kurdistanê jî em di peyvendiyê de ne û rêkeftin me kiriye. me Hewlêr û Bexda jî agahdar kiriye. tişta li vê derê hatiye kirin bo bicîhanîna rêkeftinê ye, partiyên Kurdistanê civîn kirine û daxwaza bicîhanîna rêkeftinê kirine.’’ Herwaha behs kir ku ew li ser daxwazên xwe yên derbarê Kerkûkê de jî bi biryarin û li ser gotinên xwe ne.

Basnews
Top