• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK pirekê ji erdê bo Îranê vedike ku bigehe sînorê Sûriyê

Gulan Media March 16, 2017 Nûçe
PKK pirekê ji erdê bo Îranê vedike ku bigehe sînorê Sûriyê
PKK bi alîkariya YNKê, Gorran û Komela îslamî ve kar dike ku çend navçeyan bicîh bibe, ku li gel heşdî şeibî, sînorê Îranê bigehîne Sûriyê û rojavayê Kurdistanê.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyeke taybet bi dest xistiye, di çend rojên borî de berpirsên bilind ên PKKê vegeriyane Qendîlê û piştre rêveberiya PKKê gurkirina şer li dijî herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge gotûbêj dike.

Heman çavkaniyê aşkera kir, berpirsên li qadê yên PKKê li devera Ranya aşkera kiriye, Tevgera Gorran û Komela îslamî ya Kurdistanê ji PKKê re gotine, dema ku şer li dijî herêma Kurdistanê pêşbixin, ew dê li bajarên parêzgehên Silêmaniyê, Kerkûk û Helebçê dê êrîş bikin ser binkeyên PDKê û bi wî awayî dê pirsgirêk mezin bibe.

PKK naha hêzên xwe li başûrê Kurdistanê zêde dike û dervey bi sedan çekdarên ku berê li sînorê Kerkûk û Mexmûrê bûn, di wan du rojên borî de bi alîkariya YNKê ve bi dehan çekdarên din ên PKKê bo Kerkûk û Mexmûrê hatine veguhestin. Herwaha hat zanîn PKKê hêzên xwe li navçeyên Behdînan, Şingal û Mexmûrê zêde kirine.

Heman çavkaniyê aşkera kir, armanca serekî ya vê tevgera PKKê, bicîhbûna temamî ye û wek korîdorekê di navbera sînorên Îranê û Sûriyê bi hevbeşiya PKKê û heşdî şeibî ve ava kirine. Bi vê rêyê ve jî Îran dikare bi awayek ji erdê piştevaniyên xwe bo wan hêzên rejîma Sûriyê rêbike ku li gor berjewendiyên wê şer dikin.

Vê derbarê de BasNewsê nexşeyek amade kiriye ku li gor nexşeyê aşkera dibe ku navçeyên Xaniqîn, Kifrî û başûrê Kerkûkê, li hin navçeyên heşdî şeibî û hin navçeyên din jî hêzên PKKê bên bicîh kirin û xeteke dirêj vedibe.

Basnews
Top