Amerîka alîkariyên xwe ji HSDê re zêdetir dike
Amerîka alîkariya ezmanî, serbazî û şêwirmendî ji HSDê re pêşkêş dike. Herwiha hêzên wan li ser çekên amerîkî perwerde dike.
Li gorî fermandeyên HSD, Amerîka hêzên wan ji bo şerê Reqa û Dêre Zorê jî amade dike.
Li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hejmara serbazên amerîkî li navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibe.
Mebest ji van hêzên amerîkî ew e ku piştgirî û alîkariya HSDê bikin. Ev alîkarî jî dikeve çarçoveya şerê DAIŞê, li bajarên Reqa û Dêre Zorê û hin navçeyên din.
Derbarê vê yekê jî berpirsên HSDê behsa alîkariya amerîkî dikin, ku ne tenê alîkariya ezmanî ye, lê belê ji aliyê radestkirina çekan û rahênanê ye jî.
Berdevka HSDê Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Alîkariyeke mezin heye. Di dema dawiyê de me dît ku hejmara serbazên wan zêde bûye. Alîkariya wan ne tenê ji aliyên ezmanî ve ye. Lê belê ji aliyê çekan ve jî heye. Herwiha hêzên me rahênan û biçek dikin. Helbet em hêviya alîkariyeke bêhtir ji wan dikin ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê."
Fermandeyên HSDê wê yekê eşkere dikin ku alîkariya Amerîka ji wan re di asta rahêner, şêwirmend û pisporên leşkerî de ye. Herwiha di warê awayê bikaranîna çekan de ye, ji bo şerên giran.
Şêwirmendê HSDê Nasir Hac Mensû jî wiha axivî: “Hêzên amerîkî ku li ser zeviyê kar dikin, hene. Rahêner, şêwirmend û pisporên şareza jî hene. Lê çawa ev çek wê werin bikaranîn? Ev yek girêdayî sazan û hevahengiya navbera Hêzên Sûriyeya Demokaratîk û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Hevpeymaniya Erebî ye, ku ew jî beşek ji Hêzên Sûriyeya Demoikratîk in."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya Amerîkanan, xwe ji şerê Reqa, Dêre Zor û navçeyên din re amade dikin.
Rudaw
