• Sunday, 22 February 2026
logo

Gef li malbatên Pêşmergeyên Roj tê xwarin

Gulan Media March 16, 2017 Nûçe
Gef li malbatên Pêşmergeyên Roj tê xwarin
Li Dêrika Rojavayê Kurdistanê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser, endamên malbatên hin Pêşmergeyên Roj binçav dikin.

Li gor çalakvanên Dêrikê ji K24ê re ragihandine, hêz û alîgirên ser bi Rêveberiya Xweser gefê li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwin, heger ji nava hêza Pêşmerge veneqetin, dê bên girtin û binçavkirin.

Li gor zanyariyan, li Dêrikê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser Eyob Faris, li gundê Şekir Xac ya ser bi Ehmed Tehlo û kurê wî Îbrahîm, li gundê Kelhê jî Nûredîn Izedîn girtin.

Ji roja 3 Adarê ku li Şingalê alozî di navbera hêza Pêşmerge û PKKê de derketibû, grûpên nenas êrîşî ser baregeh û navendên ENKSê û partî û rêxistinên di nava wê de kirin û şewitandin. Herwiha hejmarek ji endam û serkirideyên wan ji aliyên hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin binçavkirin.

Niha jî, alîger û hêzên ser bi PKKê niha gefan li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwin û daxwazê ji malbatan dikin, ku divê kurên wan yên Pêşmerge, ji hêza Pêşmerge veqetin.

K24
Top