• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsekî Yekgirtû mûhleta yek heftiyê dide palamenterkî Tevgera Goran

Gulan Media March 15, 2017 Nûçe
Berpirsekî Yekgirtû mûhleta yek heftiyê dide palamenterkî Tevgera Goran
Piştî palamenterê Tevgera Goran êrîş kire ser Yekgirtûya Islamî, Berpirsekî Yekgirtûya Islamî banga wî parlementoyî kir û daxwaza rûberûbûnê lê kir.

Derbarê vê yekê Berpirsê melbenda Germiyan a Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Erselan Salih daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir, tê de bersiva Endamê Parlementoya Kurdistanê li ser lîsta Goran Rabûn Marûf da û got:"Li bernameyekî raste rast de dûrî ji hemû bingehên zanistî, Akedemî û Etekêt êrîşî nerewa ser aliyên siyasî weke Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê kiriye, li vir ez bo goftgoyekî şaristanî û Hêmnane bangdikim, herwiha li ciheke giştî û fermî de daku, bersiva wî bidim."

Wî berpirsê Yekgirtûya Islamî da zanîn ku, ew di heyama heftiyekê de dê li benda bersiva wî be.

Basnews
Top