• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya li ser PKKê bersiva Erdogan da

Gulan Media March 15, 2017 Nûçe
Almanya li ser PKKê bersiva Erdogan da
Wezareta Navxwe ya Almanyayê bersiva daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da, ku gotibû, Almanya piştgiriyê dide terorîstan, û got: “Ji bo têkoşîna li dijî PKKê hewce nake ku Tirkiye dersa me bide”.

Piştî zêdebûna aloziyên navbera welatê Holandê û Tirkiyê, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di daxuyaniyekê de piştgiriya welatê xwe bo Holandê û Serokwezîrê Hlandê Mark Rutte diyar kiribû.

Serokoamrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî weke nîşandan bertekê rexneyên tund li Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel girtibû û Almanya bi piştevanîkirina terorîstan tohmetbar kiribû.

Li hember wê yekê, Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maizeire di daxuyaniyekê de bersiva wan gotinên Erdogan da û got, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Almanyayê rêxistineke qedexekirî ye û ew li hember terorîzmê û çalakiyên PKKê jî toleransê nîşan nadin.

Thomas de Maizeire da xuyakirin: “Em li hemeber pêşkêşkirina her cure zanyariyên li dijî terorîstan ên ji aliyên Tirkiyê ve bo bikaranîan wan di dadgehên xwe amade ne, lê belê ji bo têkoşîna li dijî PKKê em hewcedarî ti dersên zêde nînin”.

Rudaw
Top