Nemsayê jî rê li ber serdana Wezîr û rayedarên Tirkiyê girt
Roj bi roj aloziyên di navbera Tirkiyê û Ewropayê de li ser serdana rayedar û wezîrên Tirkiyê bo pêkanîna mîtingan li Eropayê her ku, diçe zêdetir dibe piştî Hollande û Siwîsrayê îro Nensayê jî ew pêngav avêt.
Di daxuyaniyekê de Serokwezîrê Nemsayê Kristîan Kern neda wezîrên Tirkiye serdana wî welatî bike û mîtingan derbarê guhertinên destûrî li Tirkiyê pêkbînin.
Kern da zanîn ku, ji ber ewlekariya civakî û dewletê, wan ew mîting qedexekirin.
Berî çend rojan Hollandayê jî rê neda Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawûşoglu serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike.
Ji aliyê xwe ve Nûnera Siyaseta Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî dabû xuyakirin, her endameke Yekîtiya Ewropayê xwedan maf e ku destûra civînan bide yan nede û ji aliyan xwestibû agirê aloziyan kêm bikin.
Basnews
