• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya piştevanîyê li biryarên Hollendayê dike

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
Almanya piştevanîyê li biryarên Hollendayê dike
Şîretkara Almanyayê dubare daxuyanîyên serok komarê Tirkîyê yên li dijî Hollendayê şermezar kerin û piştevanîya welatê xwe bo Hollendayê ragîhand.

Engêla Mêrkil, şîretkara Almanyayê di kongreyeka rojnamevanî da got: daxuyanîyên berpirsên Tirkîyê yên li hevberkirina Hollenda û welatên din bi Nazîyan, şaşin û pêwîste bên rawestandin. Aşkere jî kir: hikûmeta welatê wê piştevanîya hemû biryarên Hollendayê dike.

Receb Tayîb Erdogan, serok komarê Tirkîyê di çend daxuyanîyan da sîyaseta Almanyayê bi sîyaseta Nazîyan binav kiribû û berpirsên Hollendayê jî bi bermaykên Nazîyan binav kiribûn.

War.tv
Top