• Sunday, 22 February 2026
logo

PYD gefa girtina ofîsên partiyên siyasî dixwe

Gulan Media March 14, 2017 Nûçe
PYD gefa girtina ofîsên partiyên siyasî dixwe
Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) partiyên siyasî yên Kurdî agehadar kir ku, eger di heyama 24 demjimêran de muhleta ango terxîsê neyînine e ew ofîs têne girtin û berpirsên wan jî bo dadgehê têne veguheztin.

roja Dûşemê 13ê.03.2017e Desteya Navxweyî ya bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Amûdê kongreyeke rojnamevanî li darxist têde gefa girtina ofîsên partiyên siyasî kir, da zanîn ku, eger di heyama 24 demjimêran de muhlet ango terxîsa neyînine ew ofîs de ê werin girtin û berpirsên wan jî bo dadgehê têne veguheztin.

Herwiha PYD tekez kir ku, divê ew partiyên siyasî yên bê mûhlet ofîsên xwe bi bajarên Kurdistana Rojava vekirine serdana komîteya karûbarên partiyên siyasî ku, navenda wê li bajarê Amûdê ye bikin daku, bi fermî muhletê werbigrin.

Ev biryara Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di demekê de tê ku, ew partî di dema borî de bi awayeke tûnd êrîşî alîgir û ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) kir û bi dehan endamên wê binçavkirin.

Basnews
Top