Rojnameya swîsrî: Ji dîktratoriya Erdogan re bêjin Na
Yek ji rojnameya herî mezin a Swîsrê Blick ku rojane 105 milyon kes serdana malpera wê dikin, hem bi tirkî û hem almanî bangî hemwelatiyên Tirkiyê yên li wî welatî dijîn kir.
Di manşeta rojnameya navborî de wiha hat gotin: “Em bangî tevahiya tirkên li Swîsreyê dijîn dikin ku ji bo diktatoriya Erdogan dengê na bikar bînin. Em nirxên xwe li ser ti kesî ferz nakin. Lê kesên bixwazin ligel me bijîn hinek hêviyên me jî wan hene. Her kesê ku li wî welatî dijî divê rêzê ji nirxên me bigrin û divê ji bo azadiya ku li wê derê sûdê jê dibîne helwesta xwe diyar bike.”
Li Swîsreyê derdora 3 milyon kesên hemwelatiyê Tirkiyê dijîn hene.
Hêjayê gotinê ye ku di van rojên derbasbûyî de hinek welatên Ewropaê rê neda wezîr û rayedarên hikûmeta AK Partiyê ku bangeşe, civîn û mîtîngên xwe li welatên wan bên lidarxistin
Rudaw
