• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka 43 barhilgirên tank û zirpoşan rêdike bajarê Minbicê

Gulan Media March 13, 2017 Nûçe
Amerîka 43 barhilgirên tank û zirpoşan rêdike bajarê Minbicê
Amerîkayê bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) di şerê li dijî DAIŞê de 43 bahilgirên tank rêdike bajarê Minbicê.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, Amerîka di çarçoveya piştgiriya hevpeymanên xwe li şerê djî DAIŞê de 43 barhilgirên tangan û komek çekûteqemenî rêkirin bajarê Minbicê.

Herwiha di heftiya borî de û di kongreyeke rojnamevanî de Berdevkê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê John Dorrian bi armanca piştgiriya operasyona Reqayê û dorpêçkirina wî bajarî Amerîkayê 400 leşkerên ji Firqeya 11emîn ya Hêza Deryayî, sîstema topxaneyan ya Howitzer 155 mm li nêzîkî Sûriyê cibicî kiribûn.

Berî niha jî Wezareta Derve ya Amerîkayê(Pentagonê) ragehandibû ku, 500 leşkerên wan bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) li Kurdistana Rojava hene.

Basnews
Top