• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr sersaxiyê li malbata Mehemedî mela Kerîmî Moderîsî dike

Gulan Media March 13, 2017 Nûçe
Serokwezîr sersaxiyê li malbata Mehemedî mela Kerîmî Moderîsî dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo wefatkirina nivîskar, wergêr û ronakbîrê kurd Mihemedî mela Kerîmî Moderîsî, peyameke sersaxiyê ji malbata xwedêjêrazî re dişîne û ev li jêr teksta wê peyamê ye:

Min, bi xem û kovanek giran nûçeya wefatkirina nivîskar, wergêr, rewşenbîr û kesatiyê naskiriyê kurd, xwedêjêrazî mamoste Mihemedî mela Kerîmî Moderîsî, bihîst. Ez, bi vê minasibeta xemgîn, sersaxiyê li malbat, kesûkar, heval û dostên wî dikim ûXwedayê mezin sebir û tehemulê bi hemûyan bide û xwedêjêrazî jî bi buheştê şad bike.

Mamoste Mihemedî mela Kerîmî Moderîsî xwedî qelemekî berhemdar û naskiriyê kurd bû, ji malbateke bi rûmet û naskiriya Kurdistanê yê ku nêzîkî kitêbxaneyekê ji berhemên bijarte û jêhatî nivîsîne, ji ber vê yekê jidestdana wî ziyaneke mezin e û valahiyeke ber bi çav li nav cîhana nivîsîn û edebiyata kurdî de bi cî hêla ku bi hêsanî nayê tije kirin, bi taybetî, di warê lêkolîn li ser tekstên kilasîkên kurd ku wî gelek biserkeftî kar li ser kiriye.

Mamoste Mihemed bi kar, nivîsîn û berhemên xwe dê hertim di nav me de be û nayê jibîr kirin

Hevderdî û hevxemiya xwe digel malbata wî ya birêz parve dikin, hêvîdar in ev xema wan ya dawiyê be.

Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê

12.03.2017

Top