• Sunday, 22 February 2026
logo

Navdarê kurd Mihemedê Mela Kerîm wefat kir

Gulan Media March 12, 2017 Nûçe
Navdarê kurd Mihemedê Mela Kerîm wefat kir
Nivîskar û rewşenbîrê navdarê kurd Mihemedê Mela Kerîm ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Derengiya şeva borî, nivîskarê navdarê Başûrî Mihemedê Mela Kerîm, ku demek dirêj bû nexweş bû, di temenê 86 salî de jiyana xwe ji dest da.

Mihemedê Mela Kerîm sala 1931 li gundê Biyare li devera Hewraman ji dayîk bibû. Bavê wî Mela Kerîm Muderis jî nivîskar û helbestvanekî navdar bû. Wî û bavê xwe gelek pirtûk nivîsandin û gelek şirove li ser helbestên kurdî belav kirin.

Mihemedê Mela Kerîm zimanên farsî û erebî baş dizanî. Herî zêde dîwanên helbestan yên helbestvanê mezin Mehwî, Nalî, Salim û Bêxud şirove dikir.

Termê rehmetî dê îro li goristana bajarê Silêmaniyê were veşartin.

Basnews
Top