Li Serê Kaniyê du welatiyên Kurd ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve li ser sînor şehîd bûn.
Derbarê wê bûyerê hin çalakvanên rêxistinên sivîl li bajarê Serê Kaniyê yê Kurdistana Rojava ji BasNewsê re ragehandin ku, dema hejmarek Kurd dixwestin derbasî Kurdistana bakur bibin ji aliyê cendiremeyên Tirkiyê ve li ser sînor rastî guleyan hatin, di encam de welatiyeke sivîl ji malbata Hemo Îsa û kurê wî şehîd bûn, herwiha welatiyeke din jî birîndar bû.
Li gor heman çavkaniyê piştî bûyerê cendirmeyên Tirkiyê termê her du welatiyan û kesê birîndar jî ber bi ciheke nediyar ve birin.
Ji aliyê xwe li gor wan çalakvanan kesne nêzîk ji wê malbatê ku, li Kurdistana bakur dimînin daxwaza termê şehîdên xwe û ew kesê birîndar kiribû, lê desthilatdariya Tirkiyê bersiva wan nedabûn.
Basnews
