• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Stenbolê helîkopterek ket: 5 kes mirin

Gulan Media March 11, 2017 Nûçe
Li Stenbolê helîkopterek ket: 5 kes mirin
Li bajarê Stenbolê helîkopterek ket, di bûyerê de herî kêm 5 kes mirin.

Duh danê sibê li devera Buyukçekmece ya Stenbolê helîkoptereke sivîl ket.

Bi giştî di helîkopterê de 7 hes hebûne ku 4 jê biyanî-Rûs bûne û yên din jî welatiyên Tirkiyê bûne.

Şaredarê navçeya Buyukçekmece ragihand ku tirsa wê heye tevahiya kesên ku di helîkopterê de bûne, mirine. Lê waliyê Stenbolê dibêje, 5 kes mirine.

Tê gotin ku dema helîkopter rabûye li birceka bilind, ku bi navê Birca Televîzyonê tê nasîn, ketiye û agir pê ketiye.

Top