Michael Naisten: Amerîka rêzdar be ji bo mafê Serxwebûnê ya Kurdistanê
Ji bo îhtîmala referandûmek a serxwebûnê jî Naisten got:"Heger ji encamên referandûmê serxwebûn derkeve dê DYA pişgiriyê bide û dê bi Rêveberiya Navendî ya Iraqê re bikev e peywendiyê.
Naisten wiha got:"Kurd xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne, rêveberiya Washîngtonê jî di nav xwe de tim vê mijarê tîne rojevê û pişgiriyê dide vê fikrê. Her wiha bi welatên cîran re jî dişêwir e. Dê Emerîka piştgiriyê bide serxwebûna Herêma Kurdistanê. Lê niha dixwaze bizanibe ku ger Kurdistanek serbixwe çêbibe dê di pêşerojê de çiqas serkeftî be. Em dixwazin bi vê bizanibin." Naîsten her wiha bibîr xist heya reformek ya aborîyê çênebe ne mimkûn e ku qeyrana aboriyê jî bê derbaskirin."
