Îran…Sala borî 530 kes hatine darve kirin
Li gor raporta sala borî, ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve 530 girtî hatine darve kirin û ew rêje li gor sala 2015ê sedî 45 zêde bûye.
Herwaha li gor amarên heman rêxistinê, tenê di heyama du mehên yekem ên sala 2017ê li girtîxaneyên Îranê 140 kes hatine darve kirin.
Li gor amarên heman rêxistinê 295 kes bi tometa madeyên hoşber hatine darve kirin, ku ew yek dibe sedî 56ê rêjeya giştî.
Bi giştî kesên hatine darve kirin, ji wan 33 kes li pêş çavê xelkê hatine darve kirin û cezayê darvekirinê yê 5 zarokan jî hatiye pejirandin û hatiye pêkanîn.
Li gor amarên malpera mafê mirov a Hengaw belav kirine, di sala borî de 111 hemwelatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê hatine darve kirin û ev yek dibe sedî 23ê giştî yê darve kirinên Îranê.
Basnews
