• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê civiyan

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê civiyan
Roja sêşem 07.03.2017 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa pêşveçûnên meydaniyên dawî ya operasyona azadkirina Musilê li Rojhilat û Rojavayê bajarê Musilê kirin û her dû alî pîrozbahiya serkeftinên serbaziyên dijî Da'îş li hevdû kirin û pêzanînên xwe ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê hebû û tekez jî li ser bi hêztirkirina wê hemahengiya bi navê mîsogerkirina aramî û rûbirûbûna awayên dinê terorê ya piştî têkşikandina Da'îşê kirin.

Her li vê hevdîtinê de qonaxa piştî Da'îş û rûbirûbûna rehendên dinê hizra terorê nirxandin, her wiha ronahî jî xistin li ser rewşa siyasiya navçeyê.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.

Top