‘Adil Murad Pêşmerge wek destdirêjkar û gruba çekdar pênase dike’
Serokê encûmena navendî yê YNKê Adil Murad, di tora xwe ya civakî facebookê de, wek piştevaniya xwe ragehandinê ji şer gurkirina PKKê re, rewşê wek destdirêjiya Pêşmerge bo ser PKKê li Xanesor û Sinûnê bi lêv dike û hêzên Pêşmerge jî wek çend grubekî çekdar ê nêzîk Tirkiyê û wek hevpeymanê Tirkiyê yên li herêma Kurdistanê pênase dike.
Adil Murad wê rewşa li Şingalê wiha pênase dike: ‘’Bi plan û bernameya Enqere û Stenbolê bo bêdeng kirin û têkbirina şoreşa kurd li bakûr û rojavayê Kurdistanê pêkhat.’’ Heman demê de daxwaz kiriye ku kurdên êzdî bila ji xwe re wê hêzê helbijêrin ku wek nûnerê xwe dibînin û wan diparêzin.
Di dawiya nivîsa xwe de serokê encûmena navendî ya YNKê daxwaz ji berpirsên PKKê li Sûriyê kiriye ku xwe wek PYD pênase dikin; şewitandin û têkdana binke û baregehên Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nav wê encûmenê de zextên li ser wan rawestîne.
Berî naha BasNewsê aşkera kiribû ku ji ber helwêstê hin ji rêveberên YNKê ku xwe ji şerê di navbera PKKê û Pêşmerge berpirs nizanin, PDK ji YNKê nîgeran e.
Basnews
