• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama hikûmetê bi helkefta serhildana adara 1991ê

Peyama hikûmetê bi helkefta serhildana adara 1991ê
Bi helkefta serhildana bi rûbet a gelê Kurdistanê di adara 1991ê de, em ser û bejna xwe li hember canê şehîdên serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê diçemînin û em, gelek bi qedir û hûrmet wê serhildanê bibîrtînin. Her bi vê minasibetê, em bi germî pîrozbahiyê li malbatên serberzên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas bi taybetî û li gelê Kurdistanê bi giştî dikin.

Serhildan ku bi fedekariya pêşmerge û xelkê Kurdistanê hat encam dan, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bi ser dagîrkeran, sitem û diktatoriya rijêma berê ya Îraqê bû, serhildanê ispat kir ku îrade û canê şoreşgêriyê gelê Kurdistanê ji hemû hêz, çek û sitemekê bihêztir e û tu hêzek nikare wê îradeyê bişkîne.

Serhildan berhem û berdewamiya şoreş û serhildanên berê yên Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê û doza rewaya gelê Kurdistanê ji bo qonaxeke din ya dîrokî veguhast û destkeftiyên weke; hilbijartina parlamentoyê, avakirina hikûmetê, binyatdanan saziyan û avêtina pêngavan ber bi aborîyeke serbixwe ve li dûv xwe anîn.

Îro, piştî 26 salan ji serhildanê, pêşmergeyên mêrxas û gelê Kurdistanê, bi giştî, ji bona parastina destkeftiyên serhildanê û avakirina paşereojeke baştir, bi mêrxasî li pêşiya terorîstan li berxwe didin û digel civaka navdewletî bergiriyê ji Kurdistan, mirovatî û buhayên mirovatiyê dikin.

Em vê minasibetê bi derfetek dizanîn ku, careke din sipasiya hemû çîn û katagoriyên gelê Kurdistanê bikin ku, hestiyarî û dijwariya rewşa îro û pirsgirêk û kirîzên hene, têdigihin û bi dilsozî û bi canê bilindê welatparêzî bergirî kiriye û dikin. Em hêvîdar in ev helkefta gelek bi rûmet, bibe derfetek û handerek ji bo bihevrekarkirin û yekrêziya di navbera hemû aliyan de daku bi hev re û bi serkeftiyane vê qonaxê derbas bikin û bigihin kenarê aramî û serkeftinê.

Em sipasiya welatên hevpeyman û dostên xwe li cîhanê dikin ku ka çawa di serhildana adara sala 1991ê de gelê Kurdistanê parast û hevkarî kir, îro jî digel pêşmergeyê mêrxas, digel xelkê Kurdistanê bergiriyê ji Kurdistanê dikin û terorîstan têkdişkînin.

Careke din ev helkefta mezin li gelê Kurdistanê pîroz be, em hêvîdar in ku bîranînên bên di bin sîbera bidesthatina bi timamî ya destkeftiyên gelê Kurdistanê pîroz bikin. Em piştrast in serkeftin ji bo gelê Kurdistanê ye û paşerojeke geş li pêşiya me ye.


Bilind û birûmet be yada şehîdan, serkeftin ji bo gelê Kurdistanê.

Civata Wezîrên herêma Kurdistanê
05.03.2017

Top