• Sunday, 22 February 2026
logo

Raperîna 1991 ya başûrê Kurdistanê lûtkeya hişyariya netewî ya kurd e!

Raperîna 1991 ya başûrê Kurdistanê lûtkeya hişyariya netewî ya kurd e!
Raperîna 1991 an jî raperîna mezin, raperîneke girseyî ya xelkê başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma baas a bi piştevaniya hêzên Pêşmergeyên bereya Kurdistanê ya wê demê ya dijî hikûmeta baas xebat dikir û li çiyayên Kurdistanê dijî rejîma Iraqê çalakî pêkdianîn e.

Di 5’ê Adara 1991 an de li qezaya Ranyeyê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bi pêşengtiya hêzên Pêşmerge ve xelkê Başûrê Kurdistanê raperîn dan destpêkirin.

Bi pêşengtiya hêzên Pêşmerge û ciwanan ve li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Seddam Husên raperînê destpê kir û piştî çend rojan li tevahiya bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Radyo û rojnameyên li Başûrê Kurdistanê bang dikirin ji bo ku, gel serî rake û dest bi raperînê bike. Çirûskên pêşî yên raperîna destpêkê di bihara sala 1991’an de li Ranyayê deng veda.

Raperîna li bajarê Ranyayê roj bi roj berfirehtir bû û di şeva 21’ê Adarê de ango êvara Newrozê de serhildêran dest danîn ser bajarê Kerkûkê û bi vê yekê re serhildan gihîşt qonaxeke girîng.

Bi sed hezaran Kurd di nava şert û mercên xirab û dijwar de tevî zarokên xwe ketin ser rêyan.

Li gorî daneyên hatine diyar kirin di dema serhildanê û koçberî yê de herî kêm 50 hezar kesan jiyana xwe ji destan, ji ber şer û merçên giran ên koçberiyê.

Raperîna Başûrê Kurdistanê wek li jêr hatin destpê kirin.

Di roja yekemîn ango di 5’ê Adarê sala 1991’an de Raperîn li Ranyayê destpê kir, Çiwarqurna, Deşta Bitwen, Hecîawa ji destê rejîmê hatin rizgarkirin.

Di 6’ê Adara 1991’an de herêma Bazyan û deşta Pişder a Silêmaniyê hat rizgarkirin.

Di 7’ê Adara 1991’an de Kurdên bajarê Silêmaniyê dest bi serhildanê kirin û dest danîn li ser avahiya rêveberiya ewlehiyê.

Di roja 8’ê Adara 1991’an de jî raperînê li Erbet, Çemçemal, Helebce, Zereyan û Pîremegrunê destpê kir. Herweha di heman rojê de rêya di navbera Silêmanî û Kerkûkê de hat kontrolkirin.

Di 9’ê Adara sala 1991’an de raperîn li Koyê, Şeqlewa û Basimra destpê kir.

Di 11’ê Adarê de jî xelkê Hewlêrê dest bi raperînê kir. Herwiha di heman rojê de Pîrzin, Melaomar, Cadide, Topzawa, Kewgosk, Bahirka û Berhûştirê Kesnazan, Binaslawa, Daretû, Qûştepe, Şawes, hatin rizgarkirin.

Roja 12 adarê jî raperînê Duhokê destpê kir.

Li Zaxo û Silevanê jî raperînê di 13’ê Adarê de destpê kir.

Di heman rojê de Cabara, Ped û Kelar yên girêdayî Kerkûk û Germiyanê ji destê leşkerên Iraqê hatin rizgarkirin.

Di 14’ê Adarê de herêma Sersing, Zawîte, Dêrelûk, Şiladizê, Amediyê û Bamernê yên giredayî bajarê Duhokê hatin rizgarkirin.

Di 15’ê Adarê de Sêmêlê hat rizarkirin.

Di 16’ê Adarê de Karaçûh, Sebaşah û Mexmûr ji rejîma Baasê hatin paqijkirin.

Di 19’ê Adarê de herêmên Kerkûkê ji rejîma Baasê hat paqijkir.

Di şeva 21’ê Adarê de jî xelkê Kerkûkê navenda bajar ji leşlerên Iraqê paqij kir.

Piştî ku rejîma Baasê derfer dît di 27’ê Adarê de dest bi êrîşên li ser Kurdan kirin û gelê Başûrê Kurdistanê ji ber tirsa bi karanîna çekên kîmyayî û çekên giran dest bi koçberiya ber bi Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di 16'ê Nîsana sala 1991'an de karbidestên Amerîkayê xeta 36 û jorê wê ji bo Kurdan herêma azad Îlan kir. Bi vê yekê re Kurdan jî dest bi xwe bi rêxistinkirinê û vegerê kirin.

Di 22'ê Gulana sala 1991'ande li Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêkhatin.

Parlemana Kurdistanê di Xizîrana sala 1992ande hate avakirin û civîna xwe ya yekê pêkanî.

Di 4'ê Tirmeha sala 1992'an de 15 wezîr ji aliyê parlemena Başûrê Kurdistanê ve hatin hilbijartin.



Basnews
Top