• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamantereke PDKê: Careke din serokatiya parlamentoyê ji Gorran re nayê dayîn!

Parlamantereke PDKê: Careke din serokatiya parlamentoyê ji Gorran re nayê dayîn!
Endameke parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyona PDKê ragehand, careke din rê nayê dayîn ku serokatiya parlamentoyê ji Tevgera Gorran re nayê dayîn.

Endamê parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyona PDKê Ferhan Cewher ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha li herêma Kurdistanê YNK û PDK desthilatin, herwaha bo başkirina vê rewşê û pêşde birin û asayî kirina rewşê tenê bi rêkeftina di navbera wan her du aliyan ve dikare bê çareser kirin, lê jibo wê armancê jî ne merce Tevgera Gorran em bidin aliyekê, ji ber erk ji wan re jî hatiye dayîn di hikûmetê de û dikarin vegerin, lê erkê serokê parlamentoyê careke din ji Tevgera Gorran re nayê dayîn û ew mijar ji aliyê me ve zelal e.’’

Navborî got, Tevgera Gorran dikare di cîha serokatiya parlamentoyê de daxwaza erkên din bike, yan dikare erkê cîgirê serok wezîrê hikûmetê verbigre.

Herwaha got: ‘’Ti aliyek nikare bibe nûnerê aliyeke din û bibêje mexdûr bûn, her aliyek bixwe dikare axaftina xwe bike, lê bo çareser kirina pirsgirêkan bi ti awayekê em ne amadene ku vegerin wê çargoşeya yekem ku pêkhateya serokatiya parlamentoyê di dest wan de bû, naha jî wek PDK em li benda bersiva zelal a YNKê de ne ku biryara xwe bide, ji ber tenê rêkeftina YNKê û PDKê dikare vê rewşê çareser bike.’’

Basnews
Top