Pêşmerge 5 şervanên YBŞê serbest berdan
Êvara roja Şemiyê ya 4ê Adara 2017an, fermandarên pêşmerge di derbarê rewşa wê deverê de konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin. Fermandaran di konferansê de 5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hêzeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, serbest berdan.
Her pênc dîl, ji kurdên êzidî ne û di şer û aloziya roja Înê ya 3ê Adara 2017an de hatibûn desteserkirin.
Roja Înê ya 3ê Adara 2017an, di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞê de, li devera Xanesor û Sinûneyê alozî derketibû.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê ragihandibû, ku di pevçûnê de 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, ku 2 ji wan gerîlayên HPGê bûne, 20 şervan jî birîndar bûne.
rudaw
