• Sunday, 22 February 2026
logo

Alîgirên PKKê li Ewropa avêtin ser nûnertiya herêma Kurdistanê!

Alîgirên PKKê li Ewropa avêtin ser nûnertiya herêma Kurdistanê!
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Ewropayê çawaniya avêtina ser nûnertiya hikûmetê ya ji aliyê alîgirên PKKê ve radigehîne û dibêje metirsiya wan li ser asayîşa nûnertiyê heye.

Duh 03.03.2017ê yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) şer li dijî Pêşmergeyên roj ên ser bi Pêşmergeyên Zêrevaniyê ne dan destpê kirin, piştî çend demjimêr şer, duh êvari alîgirên PKKê yên li bajarê Brukselê ku paytexta Belçîkaye, avêtin ser binkeyê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê.

Vê derbarê de nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew xwepêşandanên alîgirên PKKê yên bo ser nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Brukselê bê ku em bên agahdar kirin, ji ber dema xwepêşandan bên kirin em tên agahdar kirin, polîs amade dibe û daxwazên xwepêşanderan radestî nûnertiyê tê kirin, lê ew xwepêşandan pir ne asayî bû, bê agahdariya me û hikûmeta Belçîkayê pêkhat.’’

Herwaha got: ‘’Hejmarek xwepêşander nêzîk 20-25 kes dibûn, dirûşmên wan ne xizmeta aştiyê de bûn, ne ji bo yekbûna kurd bûn. Polîs ji me re got, emê bang bikin û agahdar bikin ku lêpirsîn li gel wan dikin û dibin pêş dadgehê’’

Dilawer Ajgeyî aşkera kir, xwepêşander ji cîhê xwe pir çûn pêş û ji kamerayan jî diyar bûn pir nêzîkî deriyê serekî yê nûnertiyê bûn.

Basnews
Top