Parlamenterkî YNK: Barzanî xwedî pêgeheke siyasî ya bi hêze
Endamê Parlamentoya Kurdistanê li ser firaksyona YNK Seîd Mihmed ji BasNewsê re ragehand ku, şerê birakujiyê welatê me ber bi metirsiyekê ve dibe, ji ber wê yekê pêwîste serkirdayetiyên siyasî yên Kurd rêgiriyê ji wî şerî re bigrin, her çende berî niha şerê navxweyî di navbera partiyan rûdabû, lê serkirdayetiya siyasiya Kurd karîn li ser maseya danûstandinan çareseriya wî şerê navxweyî bikin.
Wî parlamentoyî diyar kir ku, her şerek rûbide, tenê maseya danûstandinan dikare wan nakokiyan çareserbike, da zanîn ku, nabe careke din lûlika tifengê xwîna Kurdkî bi destê Kurdekî din were rijandin ji ber ku, pêngavên bo çareserkirinê hene, ew jî rêya danûstandinan ye.
Heman parlamenterî aşkere kir ku, niha gelê Kurd li Başur û Rojava di qonaxekî baş de ye, nabe em bi destê xwe wê ezmûnê ji dest bidin, herwiha bo çareserkirina kêşeyên navxweyî û yê Rojava ya baş ewe ku, lihev bicivin û dawî bi wan kêşeyan bînin û rêgiriyê li rijandina xwîna Kurd bigrin, herwiha nefret li şerê navxweyî bikin, ji ber ku, piştî her şereke diyarkirî ziyaneke mezin li pey xwe di ser welat de tîne.
Parlamenterê YNK daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê dike ku, ligel hemû partiyên Kurdistanî bicive taybet ewpartiyên ku, niha kanton li Rêveberiya Rojava pêkanîne daku, çareseriyeke ya guncaw ji vê pisrgirêka niha re bibîne, ji ber ku, Barzanî xwedî pêgeheke bi hêze û gewretirîn postî Kurdistan li destdeye, bê guman ew dikere vê kêşeyê çareser bike û ligel hemû partiyan nefretê li şerê birakujiyê bîne.
Amaje bi wê yejê kir ku, her çende PDK û YNK salên borî şerê navxweyî kiribûn, lê wê demê bo çareserkirina wê rewşê Mam Celal serdana Serê reş kir daku, şerê bira kujiyê were rawestandin, piştî wê rêkeftina stratejîk di navbera her du aliyan de hate imzekirin û şerê navxweyî bi dawî hat.
Duh, yekîneyên Berxwedana Şingal ku, hêzek ser bi PKK ve ye li navçeya Xanesor ya Şingalê êrêşê hêzên pêşmergeyên Roj kirin.
Basnews
