• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS: Amerîkayê soza vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê da

ENKS: Amerîkayê soza vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê da
Şanda ENKSê ya ji bo hevdîtinan li Washintonê ye ragihand ku berpirsên amerîkî soz dane ku hewl bidin Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin.

Civînên şanda Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Amerîka berdewam in û dê dûşema bê hin hevdîtin li Koşka Spî ligel berpirsên amerîkî pêk bînin.

Şanda ENKSê bi serperiştiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li Washingtonê ye û heta niha çend hevdîtin li gel berpirsên amerîkî pêk aniye û dê roja Dûşema bê li Koşka Spî jî hevdîtnan pêk bînin.

Şanda ENKSê ya li Amerîkayê danûstandinan dike, derbarê hevdîtinên xwe de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku li gel berpirsên Amerîkayê li ser rewşa nav Rojavayê Kurdistanê û derbasbûna hêza Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê axivîne.

ENKSê diyar ku 2yê vê mehê yekem li gel Komîteya Pêwendiyên derve di Encşmena Pîran a Amerîka de civiyan û li ser rewşa Rojavayê kurdistanê û vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên Cinêvê axvîn.

Hat ragihandin ku aliyê amerîkî jî soz daye ku hewla çareserkirina prisgirêkan bide û Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê jî vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê Endamê Komîteya Pêwendyên Derve di Encûmena Pîran de Devid Kenseler ji şanda ENKSê re ragihand, ku niha dem guncav e Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin û di dema bê de dê biryar di vê derbarê bêne standin.

Piştre şanda ENKSê ligel Cîgrê Wezîrê Derve û Berpirsê Dosya Sûriye, Libnan, Filîstin û Ûrdinê Mechiel Ratni civiya ş Ratni behsa sîstema federalîzmê li suryê kiriye û gotiye, ev baştirîn çareserî ye lê divê xelkê Sûriyê bi xwe biryarê li ser bidin.

Di serdana xwe de, şanda ENKSê beşdarî panêlekê bû ku ji aliyê Wezareta Derve hatibû organîzekirin û tê de karmendên ofîsên wezareta derve beşdar bûn, şanda navborî di panelê bi berifrehî li ser rewşa nav Rojavayê Kurdistanê rawestiya. Herweha di 3yê vê mehê beşdarî panêlekê bû ku ji aliyê Encûmena Atlentîk ve hatibû organîzekirin û têde pispor û şerovekarên amerîkî jî beşdar bibûn.

Herwiha Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka pêşwaziya şanda ENKSê kir, dilgiraniya xwe derbarê nakokiyên navbera aliyên kurdî nîşan da û soz da hewlên ji hevnêzkirina aliyan bide û Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî derbas bibin.

Serdana şanda ENKSê ji bo Washingtonê di demekê de ye, ku îdareya nû ya Amerîka bi serokatiya Donald Trump mijûlî amadekirina planekê ji bo rewşa Sûriye û avakirina navçeyên aram dibe û şerê li dijî DAIŞê jî ji mijarên sereke yên wê planê ne.

rudaw
Top