Pentagon hêzên zêdetir dişîne rojhilata Navîn
Kenalê “ABC News” yê Amerîkayê di raportekê da dîyar kir: wezareta bergirîya Amerîka “Pentagon”ê biryar daye operasyonên xwe li dijî terorîstan li rojhilata navîn berfireh tir bike û dê hêzên zêdetir bişîne Îraq û Sûrîyê û Yemenê. Da zanîn jî: ew hêz ser bi hêza taybet ya Delta û Deryavanî ne.
Her di wê raportê da hatîye, îdareya Donald Trump dê operasyonên taybet yên derve li dijî herdu rêxistinên terorîstî yên Daişi û Elqaîdeyê zêdetir bike.
War.tv
