• Sunday, 22 February 2026
logo

Agirbest di navbera Pêşmerge û PKKê de hate ragihandin

Agirbest di navbera Pêşmerge û PKKê de hate ragihandin
Piştî şerê duh yê di navbera Pêşmergeyên Roj û PKKê de, fermandariya herdu aliyan agirbestek demkî ragihandin.

Duh li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera Pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

Ji bo asayîkirina rewşa Xanesorê, berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandeyên PKKê bi hev re civiyan û agirbesteke demkî bo 24 demjimêran ragihandin.

Komelgeha Xanesorê dikeve bakurê rojavayê zincîreya çiyayê Şingalê û rojavayê nahiya Sinonoyê.

K24
Top