Encumena Bilind a Lalişê: Divê PKK derkeve
Îro danê sibehê di navbera Pêşmergeyên Rojava û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de, ku girêdayî PKKê ye, şer û pevçûn derket. Di pevçûnê de şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest da, herwiha 3 şervanên YBŞê û 4 pêşmerge birîndar bûn.
Endamê Encumena Bilind a Lalişê Şêx Şamo îro ji rojnamevanan re daxuyaniyek da û got: “Ji bo ku pevçûn raweste, divê PKK ji Şingalê vekişe.”
Şêx Şamo destnîşan kir, birakujî gelek giran e û Herêma Kurdistanê ji pêvajoyeke hesas derbas dibe û herwiha got: “Şingal ji bo Başûrê Kurdistanê devereke stratejîk e û ji 2006an ve ser bi Duhokê ve ye.”
Şamo wiha dirêjî da axavtina xwe: “Xwendekarên Şingalê li Kurdistanê dixwînin. Nexweşên me li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên dermankirin. Hemû saziyên çandî, siyasî û aborî yên Şingalê, girêdayî Herêma Kurdistanê ne. Lewma Çiyayê Şingalê ji Kurdistanê nabe were cudakirin.”
Herwiha Şêx Şamo got: “Hêzên Pêşmerge Şingalê bi xwîna xwe diparêzin. Lê belê helwesta PKKê, li hember pêşmergeyan neyênî ye. Em birakujiyeke li ser navê Êzidiyan qebûl nakin. PKK li Şingalê, xizmeta “hîlala Şîeyan” dike, ne ji êzidiyan re.”
Rudaw
