• Sunday, 22 February 2026
logo

Asayîşa PYD serkirdeyekî PDK-S avêtin derveyî sînorê Kurdistana Rojava

Asayîşa PYD serkirdeyekî PDK-S avêtin derveyî sînorê Kurdistana Rojava
piştî ku, îro danê sibehê, demijmêr 10, dema ku, Asayîşa PYD Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK-S) Mihmed Elî Ibrahîm bavê Nado girtin ew avêtin derveyî sînorê Kurdistana Rojava.

Li gor jêderekî ku, nexwest navê wî were aşkerekirin ji BasNewsê re ragehand ku, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) piştî ku, Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK-S) Mihmed Elî Ibrahîm bavê Nado girtin ew anîne gundê Banê Şkeftê yê ku, dike li ser sînorê Herêma Kurdistanê û ew avêtin derveyî sînorê Kurdistana Rojava.

Berî niha heman serkirdeyê PDK-S ji aliyê Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) hatibû girtin û çend mehan mabû di zindanê piştî wê serbest hatibû berdan, lê vê care ew avêtin derveyî sînor.

Basnews
Top