• Sunday, 22 February 2026
logo

Çavdêrên siyasî: Barzanî bo şerê birakujî dernekeve pir qurbanî dane

Çavdêrên siyasî: Barzanî bo şerê birakujî dernekeve pir qurbanî dane
Çavdêrên siyasî amaje bi vê dikin ku, siyaseta serokê herêma Kurdistanê di navçeyê de serkeftî dibe û aşkera dikin ku Barzanî ji bo rê li pêşiya şerê birakujî bigre gelek qurbanî dane.

Qaymeqamê Soranê Kirmanc Izet di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, şehîd û şerê birakujî nabe bibe cîhê mezad û muzayedeyên siyasî. Herwaha got: ‘’PKKê navçeyeke berfireh li Kurdistana rojava radestî rejîma Sûriyê kiriye û li bajarê Şingalê jî amadeye şerê Pêşmerge bike. ‘’

Qaymeqamê Soranê amaje bi vê yekê jî kiriye ku du salên borî de gelek planen şer tehrîk kirinê bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine, lê Barzanî qurbaniyên gelek tiştên giranbaha da, tenê ji bo şerê birakujî pêkneyê.

Li gor Kirmanc Izet radigehîne, qurbanî dana Barzanî ji bo pêknehatina şerê kurd û kurd bûye, ev yek jî buye sedem ku di asta navnetewî û cîhanî de Barzanî bibe xwedî siyaseteke serkeftî.

Ji aliyê din ve çavdêrê siyasî Niyaz Hacî di nivîseke xwe ya tora civakî facebookê de ragehane: ‘’PKKê Şingal ji daxwazên êzdiyan pir dûr dagir kiriye, ku bajarokeke êzdiyane, herwaha awayê dagirkirina PKKê rê li vegera rûniştvanan digre û nahê xizmet û avakirina bajêr pêkbê.

Herwaha got: ‘’Piştî êrîşên DAIŞê yên ser Kurdistanê, heta naha PKK şer li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê tehrîk dike, destpêkê salekê piroseya azadkirina Şingalê paşxist, piştre jî çend carekan boriya nefta herêma Kurdistanê teqand, şer veguheste sînorên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê û çend mehan jî bazirganî asteng kir, ev yek jî dorpêça aborî û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Malikî ve li gel xwe anî.’’

Basnews
Top