Qasim Şeşo: PKK li Şingalê bimîne dê rewş aloztir bibe
Fermandarê hêzên Pêşmerge yê êzdî li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me peyvendî li gel berpirsên Yekineyên Bexwedana Şingalê (YBŞ) pêkanîn û şer nekin û dest li avakirina aloziyan berdin.’’
Herwaha got, Şingal ne erdê PKKê ye û pêwîste di demeke herî zû de Şingalê vala bike. Navborî ragehand: ‘’Xelkê Şingalê ne raziye êdî PKK li herêmê bimîne, tişta ku PKKê kiriye nayê pejirandin.’’
Qasim Şeşo got: ‘’PKK dixwaze Şingalê xirab bike û naxwazin alîkariya Şingalê bike. Tişta ku PKK dike, destên derveyî li pişte û Şingal nabe qada şerê birakujiyê, heta PKK li Şingalê bimîne, rewş dê aloztir bibe, ji ber vê jî divê Şingalê vala bikin.’’
Basnews
