Mîrê Êzidiyan: Ev şer dê zirareke pir mezin bide gelê kurd
Mîr Tehsîn Beg ramanên xwe yên ji bo pevçûna di navbera 2 hêzên kurdî de wiha anîn zimên; “Ev şer zirareke mezin digehîne gelê me. Hêvî û ricayê dikim bila şer bidin sekinandin.”
Mîrê êzidiyan herwiha got; “Me ligel welatên cîhanê hevdîtin kirin. Wan jî daxwaziya hevgirtin û yekîtiyê ji êzidiyan kirin. Ew jî dibêjin eger êzidî nebin yek dê bixwe zirarê bibînin.”
Hêjayê gotinê ye ku îro danê sibê li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê di navbera Leşkerên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ê de şer û pevçûn derket. Di encamê de pêşmergeyekî Hêza Roj jiyana xwe jidest da û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.
