• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Grubeke ser bi PKKê li Sinûnê gule berdan hêzên Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge: Grubeke ser bi PKKê li Sinûnê gule berdan hêzên Pêşmerge
Berdevkê wezareta Pêşmerge dibêje grubeke ser bi PKKê li bajarokê Sinûnê rê li hêzeke Pêşmerge kiriye û gule berdane wan.

Îro 03.03.2017ê berdevkê wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê Helgurt Hîkmet daxuyaniyek derbarê şerê navbera hêzeke Pêşmergeyên roj û hêzeke ser bi PKKê yên li sînorê Şingalê de belav kir û di daxuyaniyê tê gotin: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê azade ku kîjan demê û li kûderê di nav axa sînorê Kurdistanê de tevbigere û hêzên xwe bi cîh bike û ji bo vê jî destûrê ji ti kesekê vernagre.’’

Daxuyanî waha ye:

Duh êvari 02.03.2017ê dema ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê nahyeya Sinûnê bi piroseya asayî ya xwe bicîh kirina yekîneyên xwe bûn, ji aliyê grubeke ser bi PKKê ve rê li wan hatiye girtin û piştre gule berdane hêzên Pêşmerge.

Em ji vê derê radigehîn ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê azadin û li kûderê û çawa di nava axa Kurdistanê de tevbigerin û hêzên xwe bicîh bikin azadin û ji bo vê jî destûrê ji ti kesê vernagrin.

Em teqez dikin ku Pêşmergeyên Kurdistanê dê erkê xwe yê parastina Kurdistanê bicîh bînin û ti niyeta me ya şer tineye û em naxwazin şer û pevçûn li navçeyê pêkbê.



Helgurt Hîkmet

03.03.2017
Top