CIA kesê duwê di Qaîdê da kuşt
Di êrîşeka Amerîka da, Ebulxeyr El Misrî serkirdeyê dîyarê rêxistina terorîstîya Qaîde li Sûrîyê hate kuştin, hewalgîrîya Amerîka jî derbarê kuştina wî ragîhand; Ebolxeyr li parêzgeha Idilib li bakurê rojavayê Sûrîyê bi muşekeka frokeyeka bê frokvan hatîye avêtin, digel hindek ji hevkarên wî li êvarîya Yekşembîya borî hatîye kuştin.
CIA da zanîn jî; Ebulxeyr pêncî û neh salî bû, navê wî yê rast Ebdula Receb Ebdurehmane û piştî Eymen Zewahirî, ew kesê duwê bû di Qaîde da.
War.tv
